Navenda Kaşûnê ya Pulurê mazûvaniya geştyaran dike

23-01-2022
Ferdî Sak
Wêne: Sidar Can Eren/AA
Wêne: Sidar Can Eren/AA
Nîşan Kaşûn Dêrsim Pulur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berf, sir û serma û bahoz... ev zehmetiyên zivistanê ne li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê. Lê hinek ji wan bajaran barîna berfa zêde bo vejandina sektora geştyarî ya zivistanê bo xwe wek derfetekê dibînin.

Bajarokê Pulurê yê Dêrsimê, havînan bi xwezaya xwe li navçeyê balê dikşîne û niha jî bi vê navenda kaşûnê mazûvaniya hejmareke zêde ya geştyaran dike.

Hejmara zêde ya geştyaran

Ferhat Alay, Rêveberê Werziş û Ciwanan yê Pulurê, radigihîne, “Ligel parêzgehên derdorê, em ji derveyî welat û ji navxweyê welat pêşwaziyê li hejmareke zêde ya geştyaran dikin. Em pêşwaziyê li geştiyarên ji Stenbolê, Izmîrê, Enqerê dikin. Bi taybetî em mazûvaniya geştyarên ji Bursayê dikin ku navendên kaşûnê li wê derê jî hene.”

Ev navend di sala 2015an de hatiye vekirin. Pîsta wê ya kaşûnê hezar û 200 metre ye. Geştyar dikarin 4 mehên zivistanê li navendê kaşûnê bikin. Erzaniya nirxan a li navçeyê jî yek ji sedemên sereke yên serdana geştyaran e.

`Cihekî xweşik û balkêş`

Muslum Bayrak, Geştiyar, dibêje, “Ev der cihekî biçûk, xweşik û balkêş e. Li rojhilat cihên wiha yên kaşûnê zehmet tên dîtin. Çûna bo Erciyes û Boluyê ji ber mesafeyê zehmet dibe. Erzingan û Erzerum jî hinekî dûr in, lê ev der cihekî gelek xweş e. Nirx ne zêde giran in, li gor cihên din gelekî erzan in.”

Li vê navendê 70 ode hene ku geştyar dikarin bo kirê bigrin û tê de bimînin. Li gor zanyariyên Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Pulurê niha hemû odeyên vê navendê tejî ne. Ew rêveberî pêşbînî dike ku heta dawiya demsala zivistanê nêzîka 15 hezar geştyar bo kaşûnê û leyistikên ser berfê serdana navçeyê  bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst