Beyonce cotek pêlav bi libên elmasê da çêkirin!
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdara amerîkî Beyonce, pêlavek bi elmasê da çêkirin û bi 345 hezar dolarî kirrî!
Hunermenda amerîkî Beyonce, cotek pêlavê wisa daye çêkirin ku bi sedan libên elmasê tê de hatin bikaranîn.
Pêlava han ku nirxa wê 345 hezar dolar e, tê de hezar û 290 libên elmasê hatiye bikaranîn.
Ew pêlav di 2 mehan de hatiye çêkirin û bi garantiya 1000 salî hatiye kirrîn.
Tê gotin ku Beyonce kemberek jî bi 55 hezar sterlîn ji bo wê pêlavê daye çêkirin.
Li gorî agahiyan, Beyonce dê wê pêlav û kembera xwe di klîba xwe ya nû de bikar bîne. Klîba wê ya nû dê îsal payîzê were kişandin.
Pêlava nû ya Beyonce - Ji libên elmasê hatiye çêkirin