Elon Musk: Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne

Hewlêr (Rûdaw) - Elon Muskê xwediyê şîrketa Teslayê ya ku otomobîlên bi elektrîkê çêdike ragihand ku şîrketa wî sala bê dê bibe xwediyê robotên wekî mirovan yên ji bo karên navxweyî tên bikaranîn.

Elon Musk li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

"Tesla sala bê di hilberîna kêm a ji bo bikaranîna karên navxweyî de dê bibe xwediyê robotên mirovî yên bikêrhatî.

Em hêvîdar in ku di sala 2026an de şîrketên din jî di hilberîna zêde de bibin xwediyên wan."

Musk di meha Nîsanê de diyar kiribû ku robota Teslayê ya bi navê Optîmus dê bikaribe heta dawiya vê salê di fabrîqeyê de wezîfeyê bike û di dawiya sala 2025an de jî ew dê ji bo firotanê amade be.

Prototîpa robotê ya wekî mirovan Optîmus di sala 2022yan de hatibû nasandin.