Wênegirê Kurd ev 70 sal in xeyala xwe ya zarokatiyê didomîne

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Emîn Qadir Wênegir Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mihemed Emîn Qadirê 84 salî ku niştecihê Silêmaniyê ye, 70 sal in pîşeya xwe ya wênegiriyê ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, didomîne.

Mihemed Emîn Qadirê ku emrê xwe bi wênegiriyê re derbas kiriye, di zarokatiya xwe de bi rênîşandana birayên xwe dest bi wênegiriyê kir.

Li dikana Mihemed Emîn Qadir makîneyên wênegiriyê û kamerayên kevin hene ku bi van amûran raboriya wênegiriyê ronî dike.

Mihemed Emîn Qadirê him bi salan e wênegiriyê dike him jî nêzîkî 100 kesî perwerde kiriye.

Di zaroktiya xwe de dest bi wênegiriyê kir

Mihemed Emîn Qadir ragihand ku di zaroktiyê de birayên wî yên mezin ew fêrî wênegiriyê kiriye.

Qadir got ku birayê wî mezin Şêx Mistefa Şêx Seîd wênegirê herî kevin ê Silêmaniyê ye û li ber destê wî fêrî kar bûye û wiha got:

"Wextê min dest bi vî karî kir ji bilî navendên bajêran li cihekî dikanên wênekêşiyê tunebûn."

Qadir got ku di salên 1950yî de dest bi kar kiriye û wan salan herî zêde ji bo nasname û hin karên din wêne pêwîst bûn.

100 kesî perwerde kir

Qadir da zanîn ku ew yekem wênegirê nahiyeya Çartayê ya Silêmaniyê ye wiha dewam kir:

"Wê demê ji kameraya me bi kar dianî re Şemsî dihat gotin. Bi salan min pê kar kir.

Min 100 kesî perwerde kir, wan fêrî wênegiriyê kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst