Stylîstê naskirî yê ji Efrînê li Misrê beşdarî festîvaleke navdewletî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Stylîstê naskirî yê xelkê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Hesen Îbiş li Misrê beşdarî festîvaleke navdewletî ya kulturî bû.

Hesen Îbiş stylîstekî naskirî ye li Hollanda, ciwanekî ji Efrînê ye, kesekî çalak e û ji bo zarokên pençeşêrê, ji bo Efrînê gelek karên xêrxwaziyê kiriye.

Îbiş markayeke xwe ya taybet ya kozmetîkê heye, bi navê Sîpan Styl e. Hesen, stylîstekî porê ye, krêm, şampo, hemû kozmetîka ku ji bo por pêwîst e li ser navê Sîpan çêkiriye.

Sttylîstê Kurd ji bo Misrê hate vexwendin û beşdarî festîvaleke navdewletî ya kulturî bû, ku bi serpereştiya wezîrekî Misrê birêve çû.

Hesen Îbiş, ku li Holanda akademiyeke taybet bi styla por vekiriye, weke koçberekî serkeftî hate pêşwazîkirin û plan dike ku di demeke nêzîk de berhemên Sîpan Style li Misrê çêbike.

Ew li Dubey û gelek cihên din hate xelatkirin.

Hesen Îbiş 32 sal in li Ewropa dimîne, ji Almanya dest pê kir û piştre li Hollanda bi cî bû.