Endezyarekî Kurd li Îmaratê xelata afirîneriyê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarê Kurd Şehwan Mihemed li Îmaratê Xelata Afirîneriya Endezyariyê wergirt.

Şehwan Mihemed xelkê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye ji zanîngeha Helebê der çûye û sala 1999an beşa endezyariya binasaziyê temem kiriye.

Ew niha li Îmarat dimîne û xwediyê ofîseke rawêjkarên Endezyariyê ye.

Şehwan Mihemed di warê endezyariyê de Xelata Afirandinê wergirt û ew jî xelateke mezin e li wî welatî.

Şehwan Mihemed herwiha heta niha çend xelatên din ên cuda di warê endezyariyê de wergirtine.

Ofîsa di warê, dîzayn û serperiştiyariya projeyên endezyariyê wekî vîla, birc, zanîngeh û avahiyên bazirganiyê de kar dike.

Şehwan Mihemed di heman demê de di warê nûjenkirina avahiyên kilturî û yên dîrokî de jî kar dike.