Li Qersê hirçeke birçî ket nav bexçeyê dibistanekê

21-11-2021
RÛDAW
Dîmênên wê hirçê ji aliyê welatiyan ve hatin tomarkirin
Dîmênên wê hirçê ji aliyê welatiyan ve hatin tomarkirin
Nîşan Qers Hirç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamuşan ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê hirçeke birçî ji bo ku ji xwe re xwarinê bibîne ket bexçeyê dibistanekê.

Li gor agahiyan li navçeya Qamuşan ser bi parêzgeha Qersê bi şev hirçek ji bo ku ji xwe re xwarinê peyda bike, ketiye bexçeyê Dibistana Kazim Karabekir a li Taxa Înonu.

Dîmênên wê hirçê ji aliyê welatiyan ve hatin tomarkirin. Di dîmenan de hirç di konteynera zibil a dibistanê de ji xwe re li xwarinê digere. Piştî ku hirç zikê xwe têr dike ber bi daristanê direve.

Welatî ameje bi wê yekê didin ku di demên dawî de li navenda navçeyê gelek hirç tên dîtin.

Parêzgeha Qersê yek ji parêzgehên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye. Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Keşnasiya Devera 12emîn ve hatiye belav kirin li parêzgeha Qersê pileya germê daketiye 9 pile jêr sifrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst