Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Agirî li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wek çiyayê herî bilind tê hejmartin. Di salên 1959an de, di çend wêneyên hewayî de hinek dîmenên weke bermayiyên keştiyekê li vî çiyayî hatin tomarkirin. Hinek lêkolîneran îdia kirin ku ew bermayiyên Keştiya Nuh in.
Piştî vê yekê beşeke zêde ya lêkolîner, geştiyar û derhênerên belgefîlman berê xwe dan Çiyayê Agirî û gelek kanalan li Tirkiyê belgefîlm li ser çêkirin. Niha jî kanala Amerîkî ya bi navûdeng `History Channel` hewl dide belgefîlmekê li ser vî çiyayê Bakurê Kurdistanê çêbike.
Sait Yardimci, Serokê Komîsyona Fîlman a Tirkiyê, diyar dike, “Armanca me ew e ku bi vê belgefîlmê, zêdehiyekê li geştiyariya Tirkiyê bikin. Ji ber ku Agirî bi Keştiya Nûh bi navdartir bû. Dema ev proje temam bû dê di danasîna Agiriyê de rolek girîng bilîze. Hûn dizanin History Chanel kanala herî girîng a belgefîlman e. Ez bawer dikim ku ev belgefîlm dê xîtabî zêdeyî 1 milyar mirovan bike. Bi rastî jî dê belgefîlmek gelek girîng be.”
Li gor hinek baweriyan pîştî tofanê, keştiya Hz. Nuh li serê vî çiyayî rawestiyaye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin, lê heta niha jî ev mijar di nav lêkolîneran de cihê nîqaşê ye. Lêkolînerê Amerîkî Andrew Jones ku bi salan e li ser li vî çiyayî lêkolînan dike, dibêje mijara Keştiya Nuh dê gelek bala cîhanê bikêşe.
Andrew Jones, Lêkolînerê Amerîkî, dibêje, “Ev mijar ji bo rojava û krîstiyanan gelekî girîng e. Li Amerîka xelk dixwazin bizanin cihê keştiya Nuh li ku derê ye. Li gor pirtûka Încîlê Keştiya Nuh li ser çiyayê Ararat runiştiye. Niha eem li wî cihî ne. Ji ber ku daxwazeke zêde li ser vê mijarê heye gelek kes tên vê navçeyê û li pey keştiyê digerin. Vê keştiyê bala gelek geştiyaran kêşaye. Ew dixawazin cihê wê yê li çiyayê Ararat bibînin. Ji ber van bermayeyan girîngiyeke zêde bi vê derê tê dayîn. ji ber vê yekê jî ev mijar dê gelek bala cîhanê bikêşe.”
Bilinddahiya Çiyayê Agirî ku weke çiyayê Ararat jî tê binavkirin, ji deryayê 5 hezar û 137 metre ye. Tevî ku pirtûka pîroz a ola Krîstiyaniyê Încîl dibêje piştî Tofanê Keştiya Nuh li vî çiyayî rawestiyaye, lê pirtûka pîroz a Îslamiyetê Quran jî dibêje ew keştî li ser Çiyayê Cûdî yê parêzgeha Şirnexê rûniştiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse