Sîma bi enerjiyek mezin dîsa derdikeve ser ekrana Rûdawê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Bêjera serkeftî ya Rûdawê Sîma, ku ji ber nexweşiyê navber dabû kar, dîsa vegeriya ser ekrana Rûdawê.

Zêdetirî mehekê bû Sîma ji ber nexweşiyê dernediket ser şaşê lê îro bi coş û enerjiyek mezin dîsa derdikeve ser ekrana Rûdawê.

Sîma li ser rewşa xwe ya tenduristiyê got, ji ber nexweşiyê ez neçar bûm navberekê bidim kar lê rewşa min pir baş e û ez amade me ji bo kar.

Bêjera serkeftî ya Rûdawê her wiha got, ez pir bi kelecan im. Tu dibêjî qey ez cara yekemîn e derdikevim ser ekranê!