Telegram: Îranê daxwaza sîxuriyê ji me kir!

21-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediyê peyamdanka Telelgramê, Pavel Durov eşkere kir ku Îranê ji wî xwestiye, naveroka peyamên îraniyan radestî dewleta Îranê bike lê wî ew daxwazî qebûl nekiriye.

Avaker û xwediyê Telegramê, Pavel Durov li ser rûpela xwe ya twîtterê tiştek sosret eşkere kiriye û ragihandiye, rayedarên îranî ji wî xwestine naveroka peyamên îraniyên ku Telegramê bikar tînin, eşkere bike lê wî qebûl nekiriye.

Pavel Durov her wiha gotiye, rayedarên îranî daxwaz kirine ku em bidin wan da ku sîxuriyê li ser welatiyên xwe bikin lê me daxwaza wan red kir. Em nikarin vê yekê bikin û emê ti carî jî karekî wiha nekin.

Avakarê Telegramê her wiha diyar kiriye, piştî ku wî daxwaziya Îranê red kiriye Îranê dest bi astengkirin û fîlterkirina Telegramê kiriye lê Wezareta Telekomînîkasiyona Îranê vê yekê red dike û dibêje, ti hewlek ji bo fîlterkirina Telegramê nehatiye dayîn.

Telegram li Îranê pir tê bikaranîn lê di van rojên dawiyê de kesên ku Telegramê bikar tînin, dibêjin, Telegram gellek caran disekine û lezatiya wê jî kêm bûye.

Beriya niha saziya bi navê “Navenda Şopandina Sûcên Organîzekirî” ya Îranê, ku ji aliyê Pasdaran ve hatiye avakirin, ji Wezareta Telekomînîkasiyonê xwestibû, li hember “metirsiyên Telegramê” tedbîrên pêwîst bigire.

Wê navendê îdia kiribû ku hinek aliyên neyar ên Îranê dixwazin bi rêya Telegramê “nifûz” bikin nav Îranê!

Li Îranê, tevahiya malperên civakî û înternetî di bin çavdêriya hûr a dewletê de ne û gellek ji wan jî hatine fîlterkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst