Li Mûşê dê kulîlkên sosinên avê bên parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji bo parastina sosinên avê yên li Gola Dêrika Anêrê xebat hatin destpêkirin

Li Gola Dêrika Anêrê ya li navçeya Gimgimê kulîlkên sosinên avê hatin tesbîtkirin.

Ji bo herêmên wekî "qada hesas a parastî" bê îlankirin xebat hatin destpêkirin.

Parêzgarê Mûşê Avnî Çakir derbarê mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku floraya herêmê dewlemend e.

Avnî Çakir diyar kir li herêmê gelek nebatên curbecur hene û got ku ji bo parastina sosinên avê yên li Gola Dêrika Anêr xebat daye destpêkirin.