Mûsil (Rûdaw) - Demjimêr 5ê sibehê ye. Xelk hino hino berê xwe dide xwaringehên Mûsilê. Piraniya wan kesan ji bo xwarineke taybet ji xewa xwe ya şêrîn radibin. Ev xwarin ser û pê ye.
Li vê Bazara Şearînê, Şahil xwediyê xwaringehekê ye. Her sibeh ser û pêyan amade dike.
Xwediyê xwaringehê Şahil Paçeçî got:
"Xelk ji bo xwarina xweş û nav û dengê baş tên. Ev nav xwedî dîrok e, ev der ne wekî cihê kesekî ye ku berî salekê yan du salan an jî sê yan çar salan dikan vekiribe.
Ev navekî kevn e. Dema kesek karekî baş ji bo demeke dirêj dike, berhem dide. Min ser û pê ji bav û kalên xwe wergirtiye, bav û bapîrên min paçeçî bûn."
“Ser û pê bi rêyên kevn tê amadekirin”
Li piraniya xwaringahên Mûsila kevn, ser û pê bi rêyên kevn tê amadekirin. Xelkê Mûsilê nexasim di demsala zivistanê de ji bo vê xwarinê dikevin dorê.
Şahil Paçeçî da zanîn ku bav û bapîrên wî jî li Mûsilê paçeçî bûn û got:
“Ser û pê xwarineke kelepûrî ya Mûsilê ye ku ji salên çilî, pêncihî û şêstî ji me re maye.
Li seranserî Mûsil û Îraqê tê naskirin. Em hema hema ji salên heştêyî ve karê ser û pê dikin.
Ev kar bi mîrat ji bavê min Ehmed re maye û dikaneke ser û pê li Bazara Şearînê vekiriye."
Şahil Paçeçî her wiha got:
"Ser û pê xwarineke Tirkî ye lê li vir li Îraqê bi cih bûye. Destpêkê li Mûsilê dihat amadekirin.
Bi paqijî û çêkirinê naskirî ye ku wê ji parêzgehên din cuda dike."
Kerem Ziyad ciwanekî Mûsilê ye, li Fransayê penaber e û ev demek e bi serdan vegeriyaye.
Ew ji bo xwarina ser û pê bi hevalên xwe re çûye bazarê.
“Em ji bav û kalên xwe fêr bûne”
Xelkê Mûsilê Kerem Ziyad got:
"Em li ser ser û pê fêr bûne û mezin bûne û em ji bav û kalên xwe hîn bûne.
Îro ez ji Fransayê hatime û hevalên min ên baş ez anîme vê derê çimkî li Mûsilê baştirîn ser û pê pêşkêş dike."
Berê ser û pê ne pir biha bû lê wekî xwediyên dikanan dibêjin, îsal ji ber bilindbûna nirxê goşt û ajelan, ser û pê jî biha bûye.
Şahil Paçeçî da zanîn ku danekî temam bi 15 hezar dînaran e û têra 3-4 kesan dike û wiha domand:
“Em niha nîv danî bi 8 hezar dînaran difiroşin. Berê me bi 5 hezar dînaran difirot, pişt re 6 hezar û paşê 7 hezar. Niha jî bi 8 hezaran e.
Em neçar in biha bikin çimkî goştê ku em bi kar tînin biha ye.
Goşt û hinavên ku em bi kar tînin navxweyî ne û ji yên ku ji bakur an Kerkûkê tên an goştê cemidandî cuda ne, biha ye çimkî em dixwazin xelk xwarineke baş bixwe.
Em dikarin materyalên kêmtir bi kar bînin û bi 5 hezar an 6 hezaran bifiroşin lê ev baş nabe.
Goşt li gelek cihan heye û mirov dikare bi awayên cuda bixwe, wekî mînak bi şêwaza birijandinê yan qozî û kebab.
Lê demar û rovî tenê di ser û pê de hene û mejî û ziman jî wisa ne, goştê serî jî tê xwarin, wekî rovî, ziman û mêjî."
Bi piranî zivistanê tê xwarin
Li Mûsila kevn zêdetirî 10 xwaringehan ji berbangê ve se rû pê difiroşin. Ser û pê zêdetir di demsala zivistanê de û bi taybetî sibehan herî zêde tê firotin.
Piraniya xwaringehan êvaran jî ser û pê pêşkêş dikin.
Lê xwaringeha Şahil herî zêde mêvan lê diqesidin, her wiha piştî saet 8ê sibehê ser û pê xilas dibe û xwaringeha xwe digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse