Ji cîgera Amedê re reqîbeke nû: Çop Şîş

20-12-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xwarina navdar "Çop Şîş" li Amedê pir tê hezkirin
Xwarina navdar "Çop Şîş" li Amedê pir tê hezkirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Çop şîş bi goştê hûr tê çêkirin û li bistiyeke zirav û kurt ku ji qamîşan hatiye çêkirin tê xistin. Di nava kurdan de navê vê xwarinê tune ye. Ji ber ku ev xwarin a navçeya Ortaklara Aydinê ya bajarê tirkan e. Navê vê xwarinê çop şîş e.

Nav û dengê çop şîşê li gelek bajaran belav bûye. Bi taybetî jî li bajarên Îzmîr, Antalya û Bodrûmê ku li perava deryayê ne. Her çiqas ew cureyeke kebabê be jî gelek aliyên wê yên ji kebabê cuda heye.

Çop şîş salek e li Amedê jî tê çêkirin. Xwediyê vê xwaringehê Mûsa Demîr di ciwantiya xwe de ji bajarê xwe Amedê bar dike û li bajarê Aydinê bi cih dibe. Lê piştî bi dehan salan vedigere Amedê û dest bi karê çop şîşê dike.

Dîroka çop şîşê li bajarê Ortaklara Aydinê digihije 140 sal berê. Lê piştî salên 70î navdar dibe. Di navdarbûna wê de kedeke mezin a hosteyên kurd jî heye. Niha piraniya van xwaringehan li gelek bajaran di destê Kurdan de ye.

Piştî Ortaklara Aydinê di nava demeke kin de nav û dengê çop şîşê li Amedê û bajarên derdorê belav dibe. Ji ber tama wê ya xweş kesên ku carek tam dikin cara duyemîn dîsa tên.

Her çiqas awayê çêkirina çop şîşê weke hev jî be her hosteyek li gorî xwe hewl dide hin cudahiyan li tama wê zêde bike. Her cudahiyeke xweş hejmara krîgeran jî zêdetir dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst