Medarat Kurdê li Kobaniyê dest pê kir û niha li Almanyayê berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Medarat Kurdê beriya niha bi 10 salan li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.

Medarat Kurd li Ewropayê jî karê xwe didomîne.

Di malperê de hejmarek akademisyên û pisporên di warên cuda de berhemên xwe belav dikin.

Berpirsê giştî yê Malpera Medarat Kurdê lêkolîner Mihsen Seyda ye û  ev 10 sal in ku serpereştiya malperê dike.

Akademîsyen û mamosteyê zanistên aborî Dr. Miselem Talas, akademîsyen û pisporên zanistên şûnwarî Dr. Nîdal Derwîş, lêkolîner Mihemed Elî Ehmed û gelek pisporên din di malperê de dinivîsin.

Medarat Kurd girîngiyê dide lêkolînên li ser bingeheke zanistî.

Di malperê de, pispor û şarezayên biwarên cuda mijarên xwe diweşînin.

Medarat Kurd hewl dide di nav gelê Kurd û gelên herêmê de pêwendiya rewşenbîriyê çêbike.

Akademisiyan û lêkoler bi şêweyekî xwebexşane ji malperê re dinivîsin.

Malper bi şêweyekî akademîk û zanistiyane girîngiyê bi Kurdolojiyê dide.

Zanînê bi şêweyekî azad û bêsînor diweşîne

Medarat Kurd hewl dide ku babetên zanistî yên bawerpêkirî belav bike.

Helbestvan û rexnegir Dr. Xalid Hisên ku di Madarat Kurdê de dinivîse, dibêje ku malper zanînê bi şêweyekî azad û bêsînor diweşîne.