Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Medarat Kurdê beriya niha bi 10 salan li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.
Medarat Kurd li Ewropayê jî karê xwe didomîne.
Di malperê de hejmarek akademisyên û pisporên di warên cuda de berhemên xwe belav dikin.
Berpirsê giştî yê Malpera Medarat Kurdê lêkolîner Mihsen Seyda ye û ev 10 sal in ku serpereştiya malperê dike.
Akademîsyen û mamosteyê zanistên aborî Dr. Miselem Talas, akademîsyen û pisporên zanistên şûnwarî Dr. Nîdal Derwîş, lêkolîner Mihemed Elî Ehmed û gelek pisporên din di malperê de dinivîsin.
Medarat Kurd girîngiyê dide lêkolînên li ser bingeheke zanistî.
Di malperê de, pispor û şarezayên biwarên cuda mijarên xwe diweşînin.
Medarat Kurd hewl dide di nav gelê Kurd û gelên herêmê de pêwendiya rewşenbîriyê çêbike.
Akademisiyan û lêkoler bi şêweyekî xwebexşane ji malperê re dinivîsin.
Malper bi şêweyekî akademîk û zanistiyane girîngiyê bi Kurdolojiyê dide.
Zanînê bi şêweyekî azad û bêsînor diweşîne
Medarat Kurd hewl dide ku babetên zanistî yên bawerpêkirî belav bike.
Helbestvan û rexnegir Dr. Xalid Hisên ku di Madarat Kurdê de dinivîse, dibêje ku malper zanînê bi şêweyekî azad û bêsînor diweşîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse