AMED - Bi armanca balkişandina ser pençeşêrê 5 sal in dimêşe

Amed (Rûdaw) - Tahir Abûd bavê Îraqî ye û dayîka wî Alman e û bi xwe jî welatiyê Awisturya ye û endezyar e.

10 sal bere xwîşka wî bi pençeşêra sing dikeve. Ew jî soz dide û dibêje ku xwîşka wî ji pençeşêrê rizgar bibe tê ji Awisturya bi meş her Mekkeyê.

Xwîşka wî baş dibe û ew dest bi meşa xwe dike û diçe heta Mekkeyê.

Piştî vê geştê fikr û jiyana wî jî diguhere û ji meşê hez dike.

Bi gotina wî dema wî dest bi meşe kiriye dîtiye ku dinya bi meşe xweştir e.

Tahir Abûd ji 2018an vir ve 30 hezar kilometre meşiyaye û niha jî li Amedê ye.

Niha ew vê meşa xwe bi armanca balkişandina ser nexweşên pençeşêrê yên zarok didomîne.

Tahir Abûd dê ji Amedê heta başûrê Afrîkayê bimeşe.

Tam 5 sal û nîv e ew di rêyan de dimeşe.

Tahir Abûd diyar kir ku destpêke wî ji berîka xwe meşa xwe finanse dikir lê niha hinek sazî û hevalên wî lêçûnên meşa wî fînanse dikin.