Li Amedê pêşbaziya cilên gelêrî hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê “Pêşbaziya Cilûbergên Herêmî û Dizayna Modayê ji Pêşerojê heta Paşerojê” bi rê ve çû. 

Di pêşbaziyê de, ji bo danesîna cilûbergên gelêrî defîle hat lidarxistin.

Bi hevkariya Walitî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DESOB û Zanîngeha Dîcleyê “Pêşbaziya Cilûbergên Herêmî û Dizayna Modayê ji Pêşerojê heta Paşerojê”  hat lidarxistin.

Daîreya Karûbarên Esnaf û Sinetkaran koordînasyona çalakiyê kir.

Terziyên li Amedê û xwendekarên kursên Şaredarî, DÎSMEKê beşdarî pêşbaziyê bûn.

Kesên di pêşbaziyê de bi ser ketin xelatên xwe wergirtin

Di pêşbirkê de Emel Kaya bû yekemîn, Emrah Çakmak duyemîn, Fatma Öken sêyemîn û Hasan Kaya jî bû çaremîn.

Endamên jûriyê xelatên şêwekarên serkeftî pêşkêş kirin û ew pîroz kirin.