Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê “Pêşbaziya Cilûbergên Herêmî û Dizayna Modayê ji Pêşerojê heta Paşerojê” bi rê ve çû.
Di pêşbaziyê de, ji bo danesîna cilûbergên gelêrî defîle hat lidarxistin.
Bi hevkariya Walitî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DESOB û Zanîngeha Dîcleyê “Pêşbaziya Cilûbergên Herêmî û Dizayna Modayê ji Pêşerojê heta Paşerojê” hat lidarxistin.
Daîreya Karûbarên Esnaf û Sinetkaran koordînasyona çalakiyê kir.
Terziyên li Amedê û xwendekarên kursên Şaredarî, DÎSMEKê beşdarî pêşbaziyê bûn.
Kesên di pêşbaziyê de bi ser ketin xelatên xwe wergirtin
Di pêşbirkê de Emel Kaya bû yekemîn, Emrah Çakmak duyemîn, Fatma Öken sêyemîn û Hasan Kaya jî bû çaremîn.
Endamên jûriyê xelatên şêwekarên serkeftî pêşkêş kirin û ew pîroz kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse