Aktrîsta klîpa Omer Kovî hevala şaciwanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Ew keça, ku di yekemîn klîba stranbêjê kurd Omer Kovî de rol digre, li Dubeyê dijî û hevala şaciwana Iraqê ya sala 2014ê ye.

 

Tara Fars xelkê Bexdayê ye, di yekemîn klîba stranbêj Omer Kovî de derdikeve. Ew dibêje weke ciwanekê iraqî ez hez ji Omer dikim.

 

Piştî ku ciwanê kurd ê bi navê Ehmed, di encama êrîşa terorsîtî ya şeva sersalê li hola şahiyê ya Reinaya Stenbolê de dhate kuştin, Tara Fars wêneyên xwe û yê wî li ser înstîgramê parve kirin.

 

Ji ber riştina rondikan ji bo Ehmed, medya ereban îdîa dikin, ku di navbera wan de pêwendiyê xoşevîstiyê hebûye.

 

Tara li ser tora civakî ya instigramê xwediyê zêdetirî milyonek heval e, li ser parvekirina wêneyên ehmed dibêje; “Ehmed hevalekî min ê nêzîk bû lê pêwendiyên me yên xoşevisîtiyê nebûn.”