WAN - Yên ji kelekela havînê tengezar dibin berê xwe didin Geliyê Masîroyê

19-08-2024
RÛDAW
Li Wanê geştyar berê xwe didin Geliyê Masîroyê / Wêne: AA
Li Wanê geştyar berê xwe didin Geliyê Masîroyê / Wêne: AA
Nîşan Wan Geliyê Masîroyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kanyona Masîroyê ya dikeve navbera Wan, Sêrt û Şirnexê bûye pêgeha kesên ji kelekela havînê aciz û tengezar bûne. 

Kanyona 125 kîlometre dûrî Wanê ye, bi ava xwe ya cemidî, xwezaya xwe ya kesk û hêşîn û hewaya xwe ya paqij ziyaretvanan cezb dike. 

Kanyona 12 kîlometreyî ya di navbera navçeya Şaxê ya Wanê, navçeya Berwariya Sêrtê û navçeya Elkê ya Şirnexê de ye, bi ava xwe ya zelal û sar dorhêla xwe honik dike. 

Dicle Akinciya ku tevî hevalên xwe çûye kanyonê diyar kir ku bedewiyên kanyonê ew heyr û hejmetkar hiştin.

“Bedewiyeke wiha ez nû dibînim”

Dicle Akinciyê bal kişand ku di germ û kelekela havînê de kanyon ji bo xwehonikkirinê rotayeke pir baş e û wiha dewam kir:

"Teqez divê ev der bê keşfkirin. Hêzeke nedîtî ya siruşta vir heye.

Ji bo dîtina vir, em bi meşeke bi zehmet di nav çiya û deviyan de derbas bûn û gihîştin vir.

Heta niha em çûne gelek cihan, lê bedewiyeke wiha ez nû dibînim.

Di vê germa havînê de me tevî hevalên xwe keysa xwe li ava paqij û honik anî. Divê herkes vê derê bibîne."

Endamê Kuluba Werzişên Siruştî ya Wadiyê Huseyîn Demez jî diyar kir ku bi ger û geştan ew hewl didin, bedewiyên herêmê bidin nasandin. 

“Bedewî û ava şêrîn a kanyonê pir xweş e”

Eyup Ozden jî wiha got:

"Em ji bo avjenî û honikbûnê hatin vir. Bedewî û ava şêrîn a kanyonê pir xweş e. Em di nav devî û daristanan da bêhna xwe didin."

“Ez difikirim careke din jî werim."

Yusuf Tarlan ê ku cara ewil çûye kanyonê jî wiha axivî:

"Min vir pir eciband. Ji ber ku hewa pir germ e em ketin avê. Ji ber ku av kûr nîne, bi rihetî mirov dikare avjeniyê bike.

Min dîmena vir pir eciband, ez difikirim careke din jî werim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst