Sêrt û Şirnex di nava bajarên herî bextewer de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) 10 bajarên herî bextewer ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Salane TUIK amarên bajarên herî bextewer eşkere dike.

Îsal di nava 10 bajarên bextewer de bajarên Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê jî hene.

Li gorî TUIKê Sêrtê di rêza 9emîn de ye û Şirnex jî di rêza 10emîn de ye.

Li gor amarên TUIKê, îsal di nava 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de rêzbendiya 10 parêzgehên herî bextewer bi vî awayî ye:

1.Sînop rêjeya bexteweriyê ji sedî 77,66

2.Afyonkarahisar ji sedî 76,43

3.Bayburt 75,91

4.Kirikkale ji sedî 75,48

5.Kutahya ji sedî 73,76

6.Çankiri ji sedî 73,5

7.Duzce ji sedî 72,77

8.Uşak ji sedî 72,34

9.Sêrt ji sedî 71,65

10.Şirnex ji sedî 71,36