Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê komeke çiyager û siruşthez hilkişiya Çiyayê Cîloyê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî bilindtirîn lûtkeya duyemîn tê qebûlkirin.
Parêzgeha Celomêrgê ya Bakurê Kurdistanê van salên dawî bi Nevala Spîxanê him jî bi xwezaya xwe bala geşetyarên xwemalî û biyanî dikişîne.
Lûtkeya Çiyayê Cîloyê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanêê wekî bilindtirîn lûtkeya duyemîn tê qebûlkirin piştî berfa ku van rojan barî spî bû.
Lûtkeya ku bilindiya wê 4 hezar û 135 rakim e van rojan bû rêgeha çiyager û siruşthezan.
Komeleya Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Gol û Cemedên Cîlo Satê (CÎSAD) bi armanca danasîna xweşikên xwezaya herêmê çalakî li dar xist.
Çiyager û siruşthezên beşdarî çalakiyê bûn piştî meşeke ku 2 saet kişand gihan qada cemedgirtî.
Kesên ku li vir wextê xwe derbas kir wêne û dîmen jî girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse