Dîroka 12emîn Festîvala Zebeşên Amedê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – 12emîn Festîvala Zebeşên Amedê dê di 21ê Îlonê de li Qada Deriyê Çiyê bi çalakiyên çandî û hunerî were lidarxistin.

Festîvala Zebeşên Amedê salane ji aliyê şaredariya bajêr ve tê kirin û bi sedan berhemhênerê zebeşan bi zebeşê xwe beşdarî vê festîvalê dibin û pêşbaziyê dikin.

Di pêşbaziyê de zebeşê herî mezin dibe yekemîn û xwediyê wê jî xelatê bi dest dixe.

Di Festîvala Zebeşên Amedê de her wiha yekem, duyem û sêyem tên hilbijartin. Îsal wê yekem 10 hezar lîreyî û zêrekî tam, duyem 7 hezar û 500 lîreyî û nîv zêrî û sêyem jî 5 hezar lîreyî û çarêkek zêr bi dest dixe.

Her wiha di çarçoveya Festîvala Zebeşên Amedê de gelek çalakiyên çandî jî di nav de, lîstikên zarokan jî tên lîstin. Di nava xwendevanên amadeyî de wê pêşbaziya xwarina zebeş, di nav zarokên 5-7 salî de jî pêşbaziya gindirkirina zebaşan bê kirin.

Her wiha di vê festivalê de wê bernameya mûzîkê jî hebe.

Festîval di demjimêr 15:30an de dest pê dike û di demjimêr 20:00an de jî bi konserê bi dawî dibe.