Li Erdexanê ‘Reqsa Mirinê’ ya perperikan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyan firîna mêşên gulanê yên ku rojekî emrê wan heye temaşe kirin.

Li perava Çemê Kura ya parêzgeha Erdexanê nêzîkî hefteyekê ye bi şevan perperikên spî li derdora lempeyên ronahiya kolanê kom dibin û ji ber temenê xwe yê yek rojî reqsa xwe ya dawî dikin û dimrin.

Welatiyên parêzgehê jî bi armanca dîtina van dîmenan her sal di nîvê meha Tebaxê de diçin wê derê derê û temaşe dikin. Welatiyên çûne wê derê  bi telefonên xwe dîmenên wan ên balkêş tomar kirin.

Welatî Denîz Dark got ew her sal diçin temaşeya wan dikin û ew her kesî re pêşniyar dike ku bila biçin temaşe bikin û got: "Emrê wan rojek e. Dema yê nêr û ya mê cot dibin dimirin. Ji ber vê di nav gel de ew wek ‘yekrojî’ tên binavkirin.”