Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyan firîna mêşên gulanê yên ku rojekî emrê wan heye temaşe kirin.
Li perava Çemê Kura ya parêzgeha Erdexanê nêzîkî hefteyekê ye bi şevan perperikên spî li derdora lempeyên ronahiya kolanê kom dibin û ji ber temenê xwe yê yek rojî reqsa xwe ya dawî dikin û dimrin.
Welatiyên parêzgehê jî bi armanca dîtina van dîmenan her sal di nîvê meha Tebaxê de diçin wê derê derê û temaşe dikin. Welatiyên çûne wê derê bi telefonên xwe dîmenên wan ên balkêş tomar kirin.
Welatî Denîz Dark got ew her sal diçin temaşeya wan dikin û ew her kesî re pêşniyar dike ku bila biçin temaşe bikin û got: "Emrê wan rojek e. Dema yê nêr û ya mê cot dibin dimirin. Ji ber vê di nav gel de ew wek ‘yekrojî’ tên binavkirin.”
'Firîna mirinê' ya pêşûyan (mêştewk)
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 18, 2022
Ev cûrê pêşûyan li Erdexana Bakurê Kurdistanê tinê rojekê dijîn, ji ber wê jî weke 'Yek Rojî' tên binavkirin pic.twitter.com/SyI7Il4yqH
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse