Gelek geştyar di betlaneya cejnê de çûn Dêrsimê

18-06-2024
Ali Haydar Gozlu
Gelek geştyar di betlaneya cejnê de çûn Dêrsimê / Wêne: Rûdaw
Gelek geştyar di betlaneya cejnê de çûn Dêrsimê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Geştyar Cejna Qurbanê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Ji bilî geştyarên Bakurê Kurdistanê, gelek geştyar ji Tirkiye û welatên Ewropayê jî berê xwe didin Dêrsima Bakurê Kurdistanê.

Bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî di Cejna Qurbanê de berê xwe da Dêrsimê.

Geştyar li xwezaya nuwaze ya Dêrsîmê digerin û di Çemê Munzûrê de xwe hênik dikin.

Dêrsîmî dibêjin, ji ber hatina geştyarên zêde kêfxweş in û hêvî dikin hejmara geştyaran zêde bibe.

“Divê mirov were Dêrsimê bibîne”

Xwediyê Kargeha Roj Golê Alî Tîmurtaş got:

“Xelkê me di vê cejnê de ji çar aliyê welêt ve hat Dêrsimê.

Dêrsim pir xweş e, divê mirov were wê bibîne, gelê me yê Amed, Êlih û Semsûrê tê.

Hemû xelkê me yê Kurd tê, cihê wan li ser serê me heye. Ew ji her derê tên.

Li vir kampên me hene. Hevalên me ji her derê tên vir da ku xwe hênik bikin.”

Piraniya geştyaran ji bajarên wekî Amed, Êlih, Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê çûne.

“Li Dêrsimê mirov aram dibe”

Geştyar Pêşnav Eryilmaz jî got:

“Ez roja xwe li vir derbas dikim, Dêrsim bi av, xweza û bi xwaringeh û xwarinên xwe gelî xweş e.

Li vir her tişt mirov aram dike. Hêvî dikim cejna hemû kesê xweş derbas bibe.”

Geştyar Heyzan Yildiz da zanîn ku ew ji Enqereyê çûye û got:

“Ez li Enqereyê dijîm lê ez ji vê derê pir hez dikim û dema ku ez nikaribim werim vir, ez xwe xemgîn dibînim.

Ev der bajarê min e, her tiştê me li vir e, mirî û saxên me li vir in, bav û kalên me li vir in.”

Ji bilî geştyarên xwecihî ji Ewropayê jî gelek geştyar di betlaneya Cejna Qurbanê de çûne Dêrsimê.

“Dêrsim pir xweş û bihuşt e”

Geştyar Seydî Çîçek jî got:

“Ez ji Paloyê me û li Almanyayê li bajarê Dusseldorfê dimînim.

Dêrsim pir xweş û bihuşt e, me ji hevalên xwe re pêşniyar kir û em dixwazin hemû bên.

Mirovên gelekî mêvanperwer, bila hemû kes bên.”

Dêrsîm ji bilî Gelî û Çemê Munzûrê û xwezaya xwe ya bedew, bi jiyana ajeldarên kovî jî bala geştyaran dikişîne.

Salane bi sed hezaran geştyar ji bo dîtina xwezaya wê diçin Dêrsîmê.

Saziya Çand û Geştyariyê ya Dêrsimê ji Rûdawê re ragihand ku îsal milyonek û 200 hezar geştyarên xwecihî û biyanî çûne Dêrsimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst