Li ser Gola Çildirê ya qeşagirtî bi patenê reqisîn

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Gola Çildirê Reqsa Patenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanên patena cemedê li ser Gola Çildira ya qeşagirtî ya li ser sînorê Qers û Erdexana Bakurê Kurdistanê reqisîn.

Li ser vexwendina lêkolînêrê Zanîngeha Erdexanê Volkan Ozkan, tîmeke ji 38 kesan pêk tê ji Stenbolê çû herêmê.

Roja ewil werzişvanan berfa li ser golê paqij kir û wan ji xwe re cihek amade kir ku bireqisin.

Werzişvanan cil û bergên xwe yên taybet li xwe kirin û li ser gola ku germahiya hewayê daketiye di binê sifirê 10 pileyan de hunera xwe nîşan da.

Geştyarên li herêmê bi eleqeyeke mezin hunera wan temaşe kir.

Rahênerê patena cemedê Burak Karakaş got ew par bi tîmeke ji 10 kesan pêk tê çûn herêmê lê îsal hejmara wan derketiye 38an.

Karakaş diyar kir ku zivistanê li ser Gola Çildirê rêyeke pir xweş a ji bo patenê çêdibe û wiha axivî:

"Li Swîsre, Danîmarka, Amerîka û Kanadayê reqsa li ser gola cemidî gelekî navdar e. Li Tirkiyeyê jî siruşt derfeteke wiha nuwaze pêşkêşî me dike ku em karibin vê werzişê bikin.

Eger Gola Çildirê jî navdar bibe em dê kêfxweş bibin."

Werzişvan Kumsal Belînê jî da xuyand ku ew cara ewil e li ser qeşaya siruştî direqise û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst