VÎDEO - Pêşangeha cilan li Stanbolê hat vekirin

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê Fuara Kiras û Kincê Bûk û Dawetan û Şahiyan birêve diçe. Di Fuarê de ji gelek dewletan beşdarî hebû û manken bû cihê eleqeyeke mezin.


Fuara Cil û Bergan ango Fahsionİst li Navenda Kongreyan ya Stenbolê birêve çû. Fuar bi hevkariya Saziya Fuaran ya bi navê Patîka û Komeleya Karsazên Tekstîlê ya Osmanbey hate organîzekirin.


Organîzatora Fuarê Didem Cilga ji Rûdawê re wiha got: "Îsal di gelek qadan de, di warê siyasî û aborî de, ji ber terorê em di qonaxeke nebaş de derbas bûn. Ji bo em vê qonaxê li pişt xwe bihêlin, em çûn gelek herêm û bazarên cihê yên cîhanê û me lêkolîn kirin. ji bo fuarê me 2 hotel vekirin bi piştgiriya Wezareta Aboriyê û her du otelên me jî bi mêvanan tije bûn."


Ji Ewropa, Kafkasya, Rojhilata Navîn û Efrîkayê, ji 35 dewlet û 71 bajaran gelek Kompanyayên mezin yên cil û bergan û karsaz û dîzayner beşdarî fûarê bûn. Li qada fuarê her cure moda û dîzaynên sala 2017an yên cil û bergên jinan wek kiras, fîstan, nîşanî û bûkaniyan cih girt. Bi taybetî bûkaniyên rengîn yên li ser mankenan hêjayî dîtinê bû.


Dîzayner Fouad Sarkis jî got: "Ez Fuad Sarkis. Ji Libnanê hatime, lê li Stenbolê jî cihê min heye. Ez dîzayner im.”


Dîzayne Murat Çinbir jî wiha axivî: "Di 2017an de li gorî min trenda herî berçav, reng û çîçek in. Ji wan modayên kevn yên bêreng û nexşên giran bêhtir, dirûvên hinekî din sivik û rengîn û femînel derdikeve pêş. Yanî ne stîla ciwanan lê bêhtir stîleke ne gelekî giran mode ye û li pêş e."


Bazirgan Nafea Elî jî got: “Em ji Duhokê hatine vê derê. Ji bo fuarê, ji bo bazirganiyê em hatine. Tiştekî cwan e. Modelên ciwan heye. Em ji vê derê sparîş dikin ew jî model model çê dikin û dişînin Duhokê. Modelên xweşik zahf hene."


Fuara cil û bergên bûkan ev 4 salin birêve diçe. Ya îsal jî dê ji bo 3 rojan berdewam be û tê çaverêkirin ku 25 hezar kes serdana wê bikin.