Darîn navê dramaya xwe ya nû eşkere dike

18-01-2017
Derbaz Yunis
Nîşan Darîn Şahîn L3ubnan Aktrîst
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xanima aktrîst û pêşkeşkara televîzyonê ya lûbnanî Darîn Şahîn, niha li Beyrût û Qahîreyê mijûlî tomarkirina dîmenên xeleka dramayekî nû yê bi navê “El Hûb el Mistehîl” wate Evîneke Bê Derfet” e.

 

Darîn Şahîn derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand; “Niha em dîmenên xeleka rêzefîlmê digrin. Karên me yên Lûbnanê qediyan. Em ê di meha Sibatê de herin Qahîreyê û li wir jî dîmenan tomar bikin.”

 

Xanima aktrîst diyar kir; “Dramaya me behsa hezkirina du kesan dike, ku nizanin ka dê di paşerojê de çi rû bide. Ji ber ku di navbera malbatên heskiriyan de gelek nakokî hene.”

 

Şahîn herwiha got; “Ji ber vê heskirinê pirsgirêka di navber amalbatan de kûrtir dibe.”

 

Li gorî gotina Darîn Şahîn, dê ev xeleka dramayê di kanala esmanî ya mbc de bê weşandin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst