Li Japonyayê hejmara kesên ji 100 salî mezintir zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê hejmara kesên ku temenê wan ji 100 salî mezintir e, cara ewil derket ser 95 hezar kesan.

Wezareta Tenduristî, Xebat û Refahê ya Japonyayê statîstîkên derbarê nifûsê kal û pîran eşkere kirin.

Li gorî vê, hat diyarkirin ku li wî welatî nifûsa kesên ji 100 salî jortir, 54 sal e li pey hev zêde dibe.

Ji meha îlonê û pê ve hejmara kesên ku emrê wan ji 100 salî berjortir e, gihîşt 95 hezar û 119 kesan.

Bi vî awayî nifûsê kesên "sed sal debas kirine" di dîroka Japonyayê de cara ewil ji 95 hezaran derbas bû.

Li Japonyayê qeydkirina daneyên têkildarî kesên ji 100 salî mezintir, cara ewil sala 1963yan dest pê kiribû.

Japonyaya ku nifûsê wê derdora 125 milyonan e, wisa tê naskirin ku maweya emirkirina însanan dirêj e.

Temendirêjtirîn însanê ku li jiyanê ye Itooka Tomikoyê ye ku 116 salî ye û li Japonyayê dijî.