ŞIRNEX - Zarok di tîrmehê de xwe li Zozanê Faraşînê ser berfê dişemitînin

17-07-2024
RÛDAW
Nîşan Zozanê Faraşînê Elkê Şirnex Berf Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê her çend em di tîrmehê de bin jî li Zozanê Faraşînê berf hîn neheliyaye û zarok xwe li ser dişemitînin.

Zozanê Faraşînê 2 hezar û 625 raqim bilind e û wekî zozanê "aramiyê" jî tê pênasekirin. Zozan di germa havînê de bi hewaya xwe ya honik balê dikişîne.

Zozan dikeve navbera bajarên Şirnex, Colemêrg û Wanê ku li van bajaran ajeldarî zêde tê kirin.

Zozan her sal ji biharê pê ve bi mêrg û mexelên xwe yên mezin û xweşikahiyên xwe yên siruştî mazûvaniya gelek rêncberan dike.

Ji ber ku zozan 15 kîlometre dûrî gundê Yeşîlgozê ye, pêgeha şêniyên wî gundî ye jî.

Şêniyên gund ji bo ku heywanên xwe biçêrînin her roj derdikevin Zozanê Faraşînê û zarokên xwe jî bi xwe re dibin.

Li zozanê stûriya berfê heta 10 metreya dertê.

Berf hîn jî neheliyaye

Her çend em di meha tîrmehê de bin jî berfa wê derê neheliyaye û zarok ji xwe re li ser dileyîzin û dişemitînin.

Malbat piştî rêwîtiyeke nêzîkî saetekê digihêjin zozanê û li wê derê pezê xwe diçêrînin.

Zarokên wan jî li ser berfê xwe li ser poşet an jî bîdonên plastîk dişiqitînin û wextê xwe derbas dikin.

Ji zarokan Aryen Fîlîzê 10 salî li Amedê dijî û piştî ku dibistan ketine tetîlê, çûye gundê Yeşîlgozê cem kalikê xwe.

Aryen Fîlîz got ku li Amedê hewa pir germ e, li Zozanê Faraşînê tetîla wî xweş derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst