SAET 23:00 / Rûdaw TV - Suriyeyiyên Stembolê
Stembol (Rûdaw) - Belgefîlma bi nave “Suriyeyiyên Stembolê” îro saet 23.00ê di Televîzyona Rûdawê de tê weşandin.
Li pey destpêka şerê navxweyî yê li Sûrî di sala 2011an de, gelê Sûrî dest pê kir ji bi sînorê Tirkiyê derbas kir.
Li gel ku milyonek û nîv penaber li kampan dijîn, nîv mîlyon Sûriyeyiyên ji civak, aborî, perwerdehî û nijadên cihê jî hewla jiyana li gewretirîn bajarê Tirkiyê, Stembolê hilbijartin.
Ev 5 sal in ku gelên Sûrî û yê Tirkiyeyê pêk ve dijîn li Stembolê.
Ev belgefîlma derhêner Ece Güneş, li bersiva wê yekê digere bê ka gelo koçberên ji Sûrî yên xwedî taybetiyên cihê li Stembolê bi çi awayî dijîn di çarçoveya jiyaneke asayî de.
Têkiliya wan ya li gel koçberên din yên Sûrî li Stembolê çawa ye?
Pêdiviya xwe ya starê çawa bi cih tînin?
Pêwistiyên xwe yên tendirûstiyê çawa pêk tînin?
Çawa debara xwe dikin, di kîjan sektoran de û di bin çi şert û mercan de dixebitin?
Gelo dikarin zarokên xwe bidin xwendin, çawa?
Di derbarê Stembolê de çi difikirin, pêrgî dijayetiyê tên an na?
Li ser dahatûyê çi difikirin, gelo di hizra wê yekê de ne ku vegerin welatê xwe an li Stembolê bimînin?
Bersivandina van pirsan dê wê yekê rohnî bike bê penaberên Sûrî yên ji rêzê di heyameke girîng a Rojhilata Navîn de li Stembolê çawa veguherîn.