SAET 23:00 / Rûdaw TV - Suriyeyiyên Stembolê

17-06-2016
Rûdaw
Nîşan Suriyeyiyên Stembolê Rûdaw TV Ece Güneş
A+ A-

Stembol (Rûdaw) - Belgefîlma bi nave “Suriyeyiyên Stembolê” îro saet 23.00ê di Televîzyona Rûdawê de tê weşandin.

 

Li pey destpêka şerê navxweyî yê li Sûrî di sala 2011an de, gelê Sûrî dest pê kir ji bi sînorê Tirkiyê derbas kir.

 

Li gel ku milyonek û nîv penaber li kampan dijîn, nîv mîlyon Sûriyeyiyên ji civak, aborî, perwerdehî û nijadên cihê jî hewla jiyana li gewretirîn bajarê Tirkiyê, Stembolê hilbijartin.

 

Ev 5 sal in ku gelên Sûrî û yê Tirkiyeyê pêk ve dijîn li Stembolê.

 

Ev belgefîlma derhêner Ece Güneş, li bersiva wê yekê digere bê ka gelo koçberên ji Sûrî  yên xwedî taybetiyên cihê li Stembolê bi çi awayî dijîn di çarçoveya jiyaneke asayî de.

 

Têkiliya wan ya li gel koçberên din yên Sûrî  li Stembolê çawa ye?

 

Pêdiviya xwe ya starê çawa bi cih tînin?

 

Pêwistiyên xwe yên tendirûstiyê çawa pêk tînin?

 

Çawa debara xwe dikin, di kîjan sektoran de û di bin çi şert û mercan de dixebitin?

 

Gelo dikarin zarokên xwe bidin xwendin, çawa?

 

Di derbarê Stembolê de çi difikirin, pêrgî dijayetiyê tên an na?

 

Li ser dahatûyê çi difikirin, gelo di hizra wê yekê de ne ku vegerin welatê xwe an li Stembolê bimînin?

 

Bersivandina  van pirsan dê wê yekê rohnî bike bê penaberên Sûrî  yên ji rêzê di heyameke girîng a Rojhilata Navîn de li Stembolê çawa veguherîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst