Rojan: Çavê min li kursiyê Felah Mistefa ye

16-11-2015
Derbaz Yunis
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Berê lîstikvana meydanê bû, lê niha pir kêm werzişê dike. Bêjera Werzişê ya Rûdawê Rojan Ebdilrehman xwişka peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdilrehman e. Di destpêkê de biryar bû ku Rojanê bibe bêjera nûçeyên siyasî, lê ji ber ku pêwistiya beşê werzişî bi bêjeran hebû, ew wek bêjera werzişî derket ser ekranê.

 

Rojan sala 1989 li Helebce ji dayik bû. Beşê ragihandinê li Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê xilas kiriye. Di kanala Azadî de li bajarê Silêmaniyê, bêjera nûçeyên siyasî bû. Di destpêka vebûna Tora Medyayî ya Rûdawê de, Rojan girêbesta kar îmze kir û bêjera nûçeyên werzişî ye. Di vê hevpeyvînê de, emê agahiyên zêdetir li ser Rojan Ebdilrehman nas bikin.

 

Rûdaw: Dema tu hatî Rûdawê, tu bêjera nûçeyên siyasî bûyî. Tu aciz nebûyî ku tu wek bêjera werzişî derketî ser ekranê?

 

Rojan Ebdilrehman: Belê, pêşî li xweşa min neçû. Lê niha ez di beşê werzişî de pir rehet im. Wê çaxê pêwistiya beşê werzişî bi bêjerên keç hebû. Rêveberiya Rûdawê ji min re got, tu ji hemû keçên din biçûktir î, wek bêjera werzişî kar bike. Min jî dil nekir gotina wan bişkînim.



 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdilrehman birayê te ye. Kêm kes vê yekê dizanin. Senger birayekî çawa ye?

 

Senger piştgir û piştevanê min e. Birayekî pir baş û nimûneyî ye. Hertim em behsa raz û niyazên xwe ji hevdu re dikin. Lê carekê li ser Rûdawê min û wî şer kir. Wê çaxê ez li Silêmaniyê bûm. Rûdawê daxwaz kir ez bêm li Hewlêrê bijîm. Senger digot tu nikarî li Hewlêrê bijî, lê piştre razî bû. 

 

Dibêjin tu makyajeke zêde bikar tînî?

 

Xwezaya karê min wiha dixwaze û ji bo televizyonê ye, ez bixwe jî ji makyajê hez dikim.

 

Tu mûçeya xwe çawa xerc dikî? Dibêjin piraniya mûçeya te ji bo parfûm û makyajê ye?

 

Na, Rûdaw makyajê ji min re dikire, lewma ez pereyekî zêde li ser makyajê xerc nakim. Lê ez nîvê mûçeya xwe li ser kirîna cilûberg û parfûman xerc dikim.



 

Tu gelek wêneyan li ser malperên civakî belav dikî û helbestan jî li ser wan dinivîsî, tu wan helbestan ji kesekî taybet re dinivîsî?

 

Na kesekî taybet di jiyana min de nîne. Ji malperên civakî jî ez bêhtir ji Instagramê hez dikim. Ez pir hez dikim wêneyên selfi bigirim û di Instagramê de belav bikim.

 

Tu niha keçeke bêcir î, di zaroktiyê de jî tu wisa bûyî?

 

Erê di zaroktiyê de jî ez pir bêcir bûm. Tu dibînî, eniya min diyar e ku şikiyaye, dema ez zarok bûm, min xwe ji ser dîwarekî hilavête xwarê. Blokek li ser erdê hebû, serê min li wî blokî ket û şikest!

 

Hevaleke te got Rojan dildar e û xewna wê ew e ku kirasê spî yê bûkaniyê li xwe bike, şertê te yê zewacê heye?

 

Ji xeynî hezkirinê ti şertekî min nîne. Min qet negotiye divê hevjînê min yê paşerojê bejna wî wiha be û bala wî wiha be. Niha kirasê spî ne xewna min e. 

 



Tu dizanî xwarinê amade bikî? 

 

Na, bi Xwedê ez ne kebanî me û qet nizanim xwarinê çêbikim. Ez hêkerûnê jî çêkim, dê baş dernekeve û ez bi xwe jî naxwim. Lê di paqijkirina malê de ez pir baş im.

 

Xewna te ya paşerojê çi ye? Tu dixwazî bibî çi?

 

Bi rastî xewna min ew e ku ez bibim berpirsa pêwendiyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bikevim dewsa Felah Mistefa.

 

Beriya demekê tu çûyî derveyî Kurdistanê. Dibêjin mobayla te hatibû dizîn, rast e?

 

Erê, em li stasyona tirênê bûn li Parîsê. Mirovek hat qaşo dê alîkariya me bike û rê nîşanî me bide, mobayl di nav çaketê min de bû. Piştre dema ez vegeriyam hotelê, mobayla min ne li cihê xwe bû.



 

Dibêjin tu pir naz û delaliyên xwe li karmendên beşê werzişî dikî?

 

Ez tekane keç im di nav wan de. Min navê xwe jî kiriye First Lady a werzişê anku xanima yekem. Ez pir ji hevkarên xwe yên beşê werzişê hez dikim. Em bûne wek malekê. Carina dema ez serdana derve dikim, pir bêriya wan dikim.

 

Niha ji xeynî kar, tu bi çi ve mijûl dibî?

 

Wek min got ez dixwazim bibim berpirsa pêwendiyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lewma divê ez baş fêrî zimanê ingilîzî bibim û ez niha hewl didim ingilîziya xwe baştir bikim.                                                       

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst