Li Colemêrgê Medreseya Zeynel Begê dê bibe navendeke geştyariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Medreseya Zeynel Beg tê nûjenkirin û piştî qedandinê deriyên wê dê li pêş geştyaran bên vekirin û ew der dê bibe navendeke geştyariyê.

Medreseya Zeynel Begê ya ku berî 464 salan hatiye avakirin, niha ji aliyê Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Colemêrgê ve tê nûjenkirin.

Xirbeyên medreseya ku di sala 1560î de li Taxa Bîçerê ji aliyê Begê Colemêrgê Zeynel Beg ve hatiye çêkirin di sala 1998an de bi saya lêkolînan hat dîtin.

Di medreseyê de hewşeke kevir, eywanek, 8 ode û gora Zeynel Beg heye.

Li medreseyê zarokên pêşeng, beg û mîran ên wê heyamê dixwendin.

Ne tenê dersên olî her wiha dersên zanistî û wêjeyî jî li wê medreseyê dihatin xwendin.

Ji bo ku medrese bigihêje rûmeta xwe ya berê û bibe cihê turîzmê xebat hatin destpêkirin

Piştî ku nûjenkirina wê qediya dê li ber geştyaran bê vekirin.

Tê gotin ku di serdema Zeynel Beg de avahîsazî gelekî pêşketibû, gelek medrese, pir, rê û aş di serdema wî de hatine çêkirin.

Her wiha hêzeke wî ya zêde hebûye û piştî mirina wî kurên wî demekê mîrektiya wê deverê kirine.