Li Gola Masiyan Sêyemîn Festîvala Havînê destpê kir

16-07-2022
RÛDAW
Festîvala werzişê dê ji bo dema du rojan berdewam be
Festîvala werzişê dê ji bo dema du rojan berdewam be
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya navçeya Avkevirê ya Agriyê ji bo dema du rojan, ango îro û sibê festîvaleke werzişê rêk xistiye û tê gotin ku dê 20 hezar kes têde beşdar bibin. Di wê festîvalê de dê gelek çalakiyên werzişî bi tevlêbûna xelkê û geştyaran bêne kirin.

Em ketine çilêyê havînê û deverên herî hênik ê Bakurê Kurdistanê jî germ bûne. Xelkê deverê û geştiyar jî êdî ji bo xwe hênik bikin berê xwe didin zozanan. Yek ji wan cihên bilind û hênik jî Gola Masiyan a Agiriyê ye.

Xelk ji bo festîvala havînê çûne perava Gola Masiyan a li navçeya Avkevir ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, konê xwe vedane û dest bi geşta xwe kirine.

Li zozanên hênik, li perava Gola Masiyan welatiyên çûne seyranê bi sitranên dengbêjekî ku bi Kurdî dilorîne kêfxweş dibin.

Welatî Ahmet Erdogdu dibêje: “Wek hûn dibînin, hejmareke xelk hatiye bo seyranê, her der têjî bûye, ev nêzîkî 20 rojan wiha berdewam e.”

Gola Masiyan nêzîkî 30 kîlometre dûrî navçeya Avkevirê ye û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê goleke herî bilind e ku bilindahiya wê ji asta deryayê 2 hezar 241 metre ye û piştî berf û barana îsal ava wê nêzîkî berfirehiya 3 metreyan zêde û yek metre jî bilind bûye.

Welatî Hatice Unal jî got: “Em bi belemeyan di nav golê de geriyan, hewaya vê derê gelekî xweşe ji ber hewaya zozana ye."

Şaredariya navçeya Avkevirê ragihandiye ku di navbera 16 û 17ê Tîrmeha 2022ê de dê sêyemîn festîvala havînê ya Gola Masiyan çêbikin ku sala borî zêdetirî 20 hezar kes beşdar bûbûn. Herwiha li gor daxuyaniya şaredariyê dê di festîvalê de wek lîstikên avê, kano û pêşandanên cûda jî hebin û hejmareke hunermend jî beşdar bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst