Li Qersê bi helîna berfê re xweza zîndî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ku zivistana wê hem dijwar û hem jî dem dirêj e êdî hewa germ dibe û berfa heyî dihele.

Li navçeya Qamûşanê ku darên wê yên qaçê zêde ne, bi germbûna hewayê xwezaya wê zîndî bûye û dîmenên xweşik derketine holê. Kûlîlkên berfînê di nav berfê de bi rengê binevşî vebûne û derdora golan jî bi çûk û çivîkan tejî bûye.

Herwiha gelek ajalên din jî ku ji bo xwe têr bikin di nava xwezayê de digerin xweşikbûna dîmenan zêdetir kirine.

Li navenda bajêr hirçên gewr jî ku ji xewa zivistanê şiyar bûne li ser bîdonên ziblê li xwarinê digerin.