Tenûr bi hezaran salan e li welatê Kurdan tê bikaranîn

Stenbol  (Rûdaw) – Tenûr ew amûreke ji heriyê ye ku mirovatî bi saya wê ev bi hezaran sal in ji xwe re nan lêdixe û dipêje. Ango ew firûnên xwezayî ne. Ji bo çêkirina wê heriyeke taybet pêwîst e.

Kurdan li erdnîgariya xwe bi hezaran salan tenûr bikaranîne. Di roja îro de jî tenûr ji bo wan sereke amûr e ku pê nanê xwe çêbikin. Esas ne bitenê li ciyê ku lê jiyane lê belê her ku çûne welatekî din wan tenûrên xwe jî bi xwe re birine. Li metropoleke mîna Stenbolê jî tenûr ji xwe re cih girtiye û ew lê hatine avakirin. Yek ji wan jî Nanê Tenûrê yê Êlihê ye. Malbatek ji navçeya Êlihê ku bi navê Kercewsê tê nasîn heye li vî bajarê mezin nanê xwe yê tenûrê çêdikin û ji bo kirînê amade dikin.

Gelo ev raman bi vê malbatê re çawa çêbû û wan tenûrên xwe çawa ava kirin Mihemde Qedrî wiha behs dike: “Em xelkê Batmanê ne. Ji navçeya Kercewsê ji gundê Binkelbê. Ev dora 20 sal e ku em li Stenbolê ne. Em ji welat koçber bûne û hatine vê derê. Ji ber ku me hesreta nanê tenûrê dikşand me ev raman pêk anî û li vir me destpêkir. Bûye 3 sal ku em nanê tenûrê çêdikin. Li vêderê 2 cihên me hene. Û gelê me jî razî ye. Ango gelekî kêfxweş bûn ku me ji bo wan vê derfetê pêk anî. Û bi vî hawî em karê xwe niha berdewam dikin. Nanê firûnê û tenûrê ne weke hev in. Dema te nanê firûnê anî divê di wê rojê de tu bixwî. Heke te nexwar roja dinê hew tê xwarin. Yê tenûrê 3 rojan jî bimîne 4 rojan jî bimîne dikarî bixwî.”

Nanê ku dipêjin ewqasî tê ecibandin ku rojane zêdeyî hezar hebî tê firotin. Bitaybetî Kurdên derdor eleqeyeke mezin û germ nîşanî vî nanê taybet dikin. Li firûnên mezin jî nan tê pijandin lê hin tiştên kimyewî jî tevlî wan nanan dibe, lewma nanê tenûrê ji wî awayî de jî hêj paqijtir û bisihhettir e.

Mihemed Qedrî tîne zimên ku ew ardê xwe ji welêt tînin. Her wiha ew tenûran jî bitaybetî ji Êlihê tînin û li Stenbolê bikartînin.

Mihemed Qedrî herwiha got: “Em tenûrên xwe ji memleket ango ji Batmanê tînin. Helbet dema ku ew tên bikaranîn piştî demekê xera dibin. Ev bû 2 car ku em yên xwe diguherînin. Ango dema me pêdivî bi tenûran çêdibe ji welêt jo bo me tên şandin û em li vêderê pêk tînin. Kiryarên me yên vê deverê bigiştî ji Batmanê ne, Mêrdînî hene, ji dora Kerboran û gundên dora Batmanê ne. Her wiha xelkên deverên din jî tên. Ango ji rexê rojava û gelê Tirkiye jî kiryar tên dinêrin û piştî ku nanê me dibînin careke din tên û nanê me dikirin. Li xweş wan jî diçe. Jiyana me bi vî hawî derbas dibe.”

Tenûr bi hezaran sal in ku li welatê Kurdan tê bikaranîn. Tişta dike ew ewqasî balkêş be jî ew e ku tenûr hem xwezayî ne û hem jî bikaranîna wan hêsan e. Helbet birin û anîna wan jî gelekî rihet e.