Li Fransa robot ji bo karê şaredariyê tên bikaranîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê karmendên şaredariyê ji bo çavdêrî û çêkirina sîstem û boriyên avrêjê robotan bikar tînin, bi vî awayî êdî karmendên wan xwe naxin metirsiyê û ji bo çêkirin û vekirina boriyên avrêjê danakevin bin zemînê.
Alexandre Ventura, Rêveberê Projeya Robotan li Suez, diyar dike, “Ji bo selametiya karmendên me ev yek gelekî giring e, êdî pêwîst nake ew dakevin nava sîstema avrêjê, ji ber ku em dikarin robotan bikar bînin. Em dikarin robotên firoke, dron, ên bi teker û yên biser avê dikevin bikar bînin.”
Corên cûda yên van robotan tên bikaranîn, ew him demê ji bo karê şaredariyê kurt dikin û him jî karmendên wan ji metrsiyan dûr dixin û karê xwe serkeftî cîbicî dikin
Alexandre Ventura, Rêveberê Projeya Robotan li Suez, dibêje, “Me li gelek bajaran ev teknelojiya bikar anî û karekî gelekî baş kirin. Îsal me 3 kîlomtere li nava bajarê Orléans temam kirin.”
Bikaranîna teknelojiya robotan gelek sûd gihandiye jiyana mirovan û karê wan asantir kiriye, ji aliyê pizîşkî ve jî niha di niştergeriyên biçûk û hestiyar de, ku jibo pizîşkan zehmete bibînin û kontrol bikin, niha robot tên bikaranîn.