Li Fransa robot ji bo karê şaredariyê tên bikaranîn

16-12-2021
Mihemed Ibrahîm
Bikaranîna teknelojiya robotan gelek sûd gihandiye jiyana mirovan û karê wan asantir kiriye
Bikaranîna teknelojiya robotan gelek sûd gihandiye jiyana mirovan û karê wan asantir kiriye
Nîşan Fransa Robot Şaredarî Projeya Robotan Suez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê karmendên şaredariyê ji bo çavdêrî û çêkirina sîstem û boriyên avrêjê robotan bikar tînin, bi vî awayî êdî karmendên wan xwe naxin metirsiyê û ji bo çêkirin û vekirina boriyên avrêjê danakevin bin zemînê.

Alexandre Ventura, Rêveberê Projeya Robotan li Suez, diyar dike, “Ji bo selametiya karmendên me ev yek gelekî giring e, êdî pêwîst nake ew dakevin nava sîstema avrêjê, ji ber ku em dikarin robotan bikar bînin. Em dikarin robotên firoke, dron, ên bi teker û  yên biser avê dikevin  bikar bînin.”

Corên cûda yên van robotan tên bikaranîn, ew him demê ji bo karê şaredariyê kurt dikin û him jî karmendên wan ji metrsiyan dûr dixin û karê xwe serkeftî cîbicî dikin

Alexandre Ventura, Rêveberê Projeya Robotan li Suez, dibêje, “Me li gelek bajaran ev teknelojiya bikar anî û karekî gelekî baş kirin. Îsal me 3 kîlomtere li nava bajarê Orléans temam kirin.”

Bikaranîna teknelojiya robotan gelek sûd gihandiye jiyana mirovan û karê wan asantir kiriye, ji aliyê pizîşkî ve jî niha di niştergeriyên biçûk û hestiyar de, ku jibo pizîşkan zehmete bibînin û kontrol bikin, niha  robot tên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst