Moskow kete rengê Hindistaneke biçûk

Moskow (Rûdaw) - Li Parka Moskowê ya "Dream Land"ê festîvala etnîkî ya çanda Hindî ya bi navê “Rojên Hindistanê” bi rê ve diçe.

Dengê duhol û muzîka Hindî û bêhna baharat û bixûrê tevahiya qada festîvalê dagerandiye Hindîstaneke biçûk.

Qerebalixeke mezin ku piraniya wan Rûs bûn, beşdarî rêûresmeke balkêş bûn.

Mêvan, di çarçoveya festîvalê de hemû cudahî û balkêşiya çanda Hindî nas dikin.

Zewaca bi şêwaza Hindî, yek ji rêûresmên herî balkêş e ji bo Rûsan.

Rahîbekî Hindî, mehra çend cotên Rûs ên ji temenên cuda, hema li cihê festîvalê birî.

Her diyariyên ku li dikanên biçûk tên firotin, nîşanek û semboleke Hindistanê ne.

"Ev yek diyardeya hezkirinê ye"

Organîzatorê Festîvalê û Serokê Navanda Çanda Hindî Sammy Manoj Kotwanî got:

“Xelkê Rûsyayê ji kultura Hindî pir hez dike. Îro tevî baraneke xurt, gelek kes hatine. Ev yek diyardeya hezkirinê ye.  Me jî hewl daye ku em gelek hêlên kultura xwe pêşkêşî mêvanan bikin. Ji zarokan bigire heta kesên temenmezin hatine festîvala me.”

Şahiya Holî mîna cejna biharê ye ku her kes tozên rengîn li hev dibarîne û ava rengîn bi ser hev de direşîne.

Her kes bi hemû rengên "bûka baranê" tê xemilandin û hemû pir kêfxweş in.

"Semaya Hindî vegotineke wateyan e"

Semagera Rûsyayî Anastasiya Vorobyovayê jî diyar kir ku ew  ji zaroktiyê ve bi semaya Hindî ve mijûl bûye û got:

“Ez çûme Hindistanê, paytext Delhiyê. Herwiha ez vexwendim dewetan jî. Ez li wir bi semagereke navdar re bûm nas ku mamosteya semayê ye. Semaya Hindî vegotineke wateyan e. Çend beşên semaya klasîk a Hindî hene: Baratha-Natyam, Kuçi-Pudi, Katha-Kali û  Odissi… ”

Semagera ji Belarûsê Vitaliya Baranovskaya jî got, “Dema ku li vê derê em Hindiyan bi kinc û bergên Hindî, an ku bi Sarî dibînin, gelekî şa dibin û kêfa wan tê. Dilê wan germ dibe û ew pê dihesin ku li welatê xwe ne.”

Rûs ji mêj ve, ji serdema Sovyetê ve kultura Hindî ji fîlmên Bollywoodê nas dikin û îro jî elaqeya Rûsan a li beramberî kultura Hindî ne kêmî dema berê ye.

Li bazara Hindî kelûpelên kevneşopî yên mîna, kozmetîk, zêr, kinc, bixûr, ça, fêkî û xoşavên curbicur têne firotin. Derdora konan jî qerebalix e.

"Her kesê ku hez ji Hindistanê dike tê vir"

Bazirganeke Hindî ya li Moskowê Artî Soniyê jî got, “Her kesê ku hez ji Hindistanê dike tê vir. Jixwe avhewaya vê derê niha wekî li Hindistanê ye.  Wek dibêjin: Mini India’. Têne bazara me, buxûrê dikirin, mangoyan dikirin. Kinc û bergên Hindî dikirin.”

Di çarçoveya festîvalê de mêvan, herwiha hûriyên felsefeya Hindî dersên Yoga û Ayurvedayê jî nas dikin.

Festîvala Rojên Hindistanê li Moskowê her sal tê lidarxistin. Îsal jî dê çar roja berdewam bike.