Xortê Cizîrî dixwaze li cîhanê bibe marka

15-04-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mehmet Saît Dalmiş Cizîr Oxford Sokrates
A+ A-
Enqere (Rûdaw)  – Dîzaynên modavanê kurd Mehmet Saît Dalmiş ê ku xelata zanîngeha Brîtanî ya Oksfordê wergirtî li 17 welatên Ewropayê digihin hezkiriyên xwe. Dalmiş di dîzaynên xwe de nexşên herêmî jî bi kar tîne û dibêje armanca wî ew e ku şêwaza kinc û bergên kurd û tirkan modernîze bike û bi dinyayê bide naskirin. Dalmiş dê di rojên pêş me de li Enqerê yekemîn defîleya xwe jî li dar bixe.

 

Mehmet Saît Dalmiş yekemîn kurdê ku xelata Oxford Sokrates a ku li Brîtanyayê her sal ji bo kesên ku di karên xwe de serkeftîne tê dayîn, wergirtiye. Armanca wî ew e ku dîzaynên xwe yên ku nexşên herêmî jî lê hûnayî ne, li tevahiya dinyayê bide naskirin. Dîzaynên wî ji bilî Tirkiyê li 17 welatên din ên Ewropayê jî tên firotin. Ew hewl dide kû di dahatuyê de bikeve bazara Herêma Kurdistanê jî. 

 

Modavan Mehmet Dalmiş ji Rûdawê re wiha got: “Tu caran min fikra xelatan ne kiriye. Jixwe mirov  heqê tiştekî bide muhaqaq dê xelata wê werigire. Em ticaran bi temamê aqlê xwe naşxulînin.”

 

Dalmiş ji biçûkatiya xwe ve bi dîzayna modayê ve eleqedar e. Lê wî di vî warî de ti perwerde neditî ye, xwe bixwe gihandiye. Ew di xebatên xwe de cî dide nexşên herêmî jî.

 

Li ba Dalmiş nêzikî 20 kes dixebitin. Piraniyan wan li gel wî dest bi pişeya modevaniyê kirine.

 

Karkera bi navê Sema Atîk jî got: “Ji bo me bextewariyeke mezin e. Em hînî gelek tiştan dibin. Baş e ku em bi wî re dixebitin. Em pir kêfxweş in û berdewamiya serkeftina wî dixwazin. Ew dê bibe modevanekî baş Xwedê hez ke. Em bawer dikin ku ew hîn serkeftîtir be.”

 

Di qada modeyê de defîle ji bo nasandina nexşên nû xwedî giringiyê ye. Modavan Dalmiş jî di van rojan ji ber defileyeke nû bi kelecan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst