Li Şirnexê 30 xezal berdan çolê

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Xezal Şirnex Çiyayê Cûdiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 30 xezalên ku li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Rihayê çêbûn berdan çolê.

Xezalên ku nifşa wan li ber metirsiya nemanê ye, li Rihayê li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Birêvebiriya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çand û Daristanan tên parastin.

Ji bo berdana xezalan li Gundê Bestabelekê yê navçeya Silopiyayê ya Şirenxê li quntara Çiyayê Cûdiyê merasimek hat lidarxistin.

30 xezalên ku li stasyonê çêbûne û hatine mezinkirin di merasîmê de ber bi çolê ve hatin berdan.

“Gelek jîndar li Çiyayê Cûdiyê dijîn”

Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîcî jî beşdarî merasimê bû û got:

“Gelek heywan û jîndar li herêma Çiyayê Cûdiyê dijîn. Em ji bo 30 xezalî berdin çolê hatine vê derê.

Ez van heywanan emanetî welatiyên me yên ku li vir dijîn û zarokên me dikim ku paşeroja me ne."

Birêvebirê Herêmê yê Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî yê Rihayê Hakan Mumcuoglu jî diyar kir ku wan sala 2006an li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Kizilkuyuyê ya Rihayê bi 86 xezalan dest xebatê kiriye.

454 xezal çêbûne

Mumcuoglu anî ziman ku hejmara xezalan derketiye 454an û wiha dewam kir:

"Herî dawî bi çêbûna 175 xezalan em gihîştin hejmara ku têrê dike û pêwîstî çêbû ku ew bên neqilkirin.

Li vê qadê sala 2020î 50 û sala 2021ê jî 40 xezal li çolê hatin berdan. Niha jî me 30 xezal berdan çolê."

Mumcuoglu got wan cîhaza şopandinê daniye ser 3 xezalên nêr ku bişopînin ka ew diçin ku û çi dikin, paşê ev agahî dê wekî agahiyên zanistî bên bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst