Li Qersê piştî baranê bereketa tûşembiyan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersa Bakurê Kurdistanê xelk ji bo çêkirina rîçala zivistanê li ser 2 hezar û 500 raqimî di nava daristanê de tûşembiyan berhev dikin.

Tûşembî 5 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê li Geliyê Suluyê û li herêma navenda xweşiqitandinê hêşîn dibin.

Xelk bi tûşembiyan ji bo zivistanê ji xwe re rîçalê çêdikin.

Ji ber ku îsal baran zêde barî, li daristanan xêr û bereketa tûşembiyan jî zêde bû.

Tûşembî her sal piştî hefteya ewil a tîrmehê tê berhevkirin.

Tûşembî di qoşxaneyan de tên kelandin, paşê wekî rîçalê dixin qavanozan.

Gulseren Guneşa ku tûşembî berhev kirine, got ku tûşembî ji bo tenduristiya mirovan gelekî feydeya wê heye.

Guneşê diyar kir, piştî baranan li daristanê xêr û bereketa tûşembiyan zêde bû û wiha dewam kir:

 "Tûşembî ji bo her derdî derman e. Em tûşembiyan dikin rîçal,  wekî şirûb didin zarokan.

Ez jî ji bo neviyê xwe berhev dikim."