Xûna dixwaze li Hewlêrê nimayişa cilan bike

Beyrûd (Rûdaw) – Nimayişkar û pispora dîzayna cilan Xuna Xendûr li 3 welatên erebî navendên pêşangeha cilan vedike.

 

Derbarê vê yekê de Xendûr ji Rûdawê re got; “Min destûr wergirtiye da ku li Dubey, Beyrût û Emmanê ofîsên fashionê vekim. Ji ber ku di van bajaran de pisporên cilan gelek in. Ez dixwazim wan bînim gelhev.”

 

Xuna Xendûr diyar kir, ku niha ji bo vekirina ofîsa Kurdistanê hê zû ye lê dibe di paşerojê de şaxekî nimayîşkirinê li Hewlêrê jî vekin.