Fatih Topkan ê nexweşê otîzmê bi çêkirina peyker û fîgurên kaxiz tê nasîn

14-01-2021
Hêja Bagdu
Hunermendê Kurd Fatih Topak si saya behremendiya xwe di demeke kin de hatiye nasîn
Hunermendê Kurd Fatih Topak si saya behremendiya xwe di demeke kin de hatiye nasîn
Nîşan Otîzm Fatih Topkan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Fatih Topkan ku nexweşiya otîzmê berê heye, lê berevajî wê rewşê ew kesekî behremend e.

Otîzm ew nexweşînek e ku bi giştî di dema zarokantiyê de derdikeve holê û di tevahiya jiyana mirovan de berdewam dike. Ev kesên xwediyê vê nexweşînê pêdivî bi perwerdeyeke taybet hene. Di hin kesên ku bi vê nexweşînê ketine de pirsgirêkên jîrayî peyda dibe ku li gor hevsalên xwe ji aliyê hişmendî ve li paş dimînin. Lê hin zarokên otîstîk jî hene ku berevajî vê rewşê ew xwedî aqilekî pêşketî ne û gelekî zîrek in. Fatih Topkan jî yek ji wan kesên taybet e.

Ji bilî vê nexweşiya xwe Fatih Topkan kesekî gelekî behremend e. Bi taybetî di çêkirina wêne û qatkirina kaxezan de ew gelekî jîr e. Ew bi eslê xwe ji Rihayê ne û Kurd in lê li Stenbolê dijîn.

Fatih Topkan bi çêkirina peyker û fîgurên kaxiz tê nasîn. Bi saya vê behremendiya xwe ya taybet Fatih di demeke kin de hatiye nasîn û bi alîkariya kes û nasên xwe vê hunera xwe pêk aniye. Lê gelo Fatih kî ye û hunera xwe çawa pêk tîne werin em guh bidin wî:

Hunermend Fatih Topkan wiha behsa xwe û hunera xwe dike: “Ez diçim rehabilitasyonê. Min îsal destpê kir. Ez wêneyên delal çêdikim. Bi hevîrê lîstokê dilîzim. Ji hevîrê pêlîstokê xanî û seyareyan çêdikim. Weke mînak ez trên çêdikim. Ji lîstoka Jigsaw ê gelekî hez dikim. Ez niha pisîkeke piçûk çêdikim. Ji ber ku ez ji ajelan pir hez dikim. Çêlek, mî, bizin, ker û hesp. Weke mînak conega, ga, hêstir û hêştir. Dema ez di rêde bûm û dimeşiyam min wêneyekê dît li ser lewheyekê. Dûre hatin peykerên min kişandin. Omer Arisoy bixwe hate serdana peykerên min. Li wir bi kamerayan kêşanê kirin. Hemû serok hatibûn.

Fatih ji ajelan gelekî hez dike. Lewma ajel xwedî ciyekî taybet in di nava berhemên wî de. Hem di wêne hem jî di peykerên wî de ajel her tim cih digrin. Berhemên wî ewqasî hatine ecibandin ku şaredariya Zeytînbûrnû ji bo wî pêşangehekê amade kiriye û derfet daye Fatih ji bo ku berhemên xwe lê nîşan bide. Ev li xweşa Fatih jî çûye û ji bo pêşangeheke nû ji vêgavê de dest bi xebata xwe kiriye.

Di vê pêvajoyê de diya wî alîkariyeke gelekî girîng daye wî. Diya wî Turkan Topkan bitena serê xwe çi ji destê wê hatiye kiriye û her tim piştgirî daye kurê xwe. Ji bo Fatih tekoşîneke mezin daye û dawiya dawî karibûye kurê xwe ji wan rojên teng derbixîne ferahiyê.

Turkan Topkan jî got: “Ez 43 salî me. Bi eslê xwe em ji Rihayê ne. Fatih di destpêkê de qet nediaxifî. Helbet dema cara pêşî min bihîst ji xwe min nizanibû otîzm çiye. Piştî hin perwerdê û çûn û hatina nexweşxanê ji bo pizîşkan em hîn bûn û Fatih li wir rastî macûnê tê. Dema tê malê macûnên paceyan ji wan dike. Serê pêşî ez neketime wê ferqê. Ti nabêjî ew wan macûnan jêdike û vedişêre. Bi dizî ji wan peykerên kursî, dê û malbatê çêkiriye. Ji bo ez pê de nexeyidim her tim ji min veşartiye. Rojekê ba lêdaye û tevahiya camên paceyên me hatin xwarê. Ji ber ku Fatih macûnên paceyan ji wan deraniye. Wî nikaribûye hestên xwe bîne zimên, lewma me jê fam nekiriye. Dûre min ji wî re hevîrê pêlîstokan kirî. Ji wî hevîrî peykerên gelekî delal çêkir. Her tim peykerên ajelan çêdikir. Ji dema ku min ew nas kiriye wî her tim ji ajelan hez kiriye. Ji ber ku ew ne weke hevsalên xwe bû hevalên wî ew qebûl nedikirin. Ji ber vê rewşa taybet dibistanan jî nedixwestin qeyda wî çêbikin. Ji ber otîzma pê re li dibistanê jî kesekî ku karibe alîkariya wî bike nîn bû. Weke mînak heke karibûya dersa wêneyê werbigirta bawerim dê karibûya berhemên baştir pêk bianiya. Ez bixwe nikarim tiştên ku dixwaze bikirim. Ji qeweta min nayê. Her çi bixwaze nikarim bikirim. Xwezî min bikariya bixebitiyama lê wê gavê jî Fatih bitenê dimîne û destê min jê nabe. 

Ew takekesên taybet in di nava civakê de. Hin ji wan mîna Fatih kesên xwedî taybetmendiyên ji derveyî rêzê ne. Hinek dikarin xwe derbixînin pêş û mixabin hinek jî bê ku werin dîtin winda dibin diçin. Lê heke ev kesên taybet werin dîtin û bikaribin perwerdeke taybet werbigrin bêguman dê dewlemendiyeke bêhempa bidin civaka giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst