Kîsoyên Asyaya Dûr wekî dagirkeran li ser ajelên Çemê Dîcleyê bûne gef

13-12-2023
RÛDAW
Ew coreyê kîsoyan êrişî kîsoyên xwecihî dikin
Ew coreyê kîsoyan êrişî kîsoyên xwecihî dikin
Nîşan Kîso Asyaya Dûr Çemê Dîcleyê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Corekî kîsoyên Asyaya Dûr di nava Çemê Dîcleyê de metirsiyê li ser zîndewerên din çêdike, ew coreyê kîsoyoan êrişî derdorê dike û ferxik û hêkên ajelên din dixwe.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, gelek kes kîsoyên Lamik Sor ên ku ji Asyaya Dûr in dikrin û li malê xwedî dikin.

Dema ku jê aciz dibin û naxwazin êdî li malê ragirin û wan dibin davêjin Çemê Dîcleyê.

Ew kîsoyê ku ji aliyê pisporan ve wekî kîsoyê dagirker tê binavkirin, di nava çem de metirsiyê li ser zîndewerên din çêdike, êrişî derdorê dike û ferxik û hêkên ajelên din dixwe.

Herwiha dibin şirîkê xwarina ajelên din û ji kîsoyên avî yên di Çemê Firatê de gelekî zêdetir dixwin û risqê wan jî dixwin.

Pisporan ji welatiyan xwest ku wî coreyê kîsoyan xwedî nekin, eger xwedî jî bikin, bernedin xwezayê.

“Ferxik û hêkên ajelên din dixwin”

Alîkarê Rêveberê Navenda Rizgarkirin û Vejandina Ajalên Kovî ya Dîcleyê Prof. Dr. Alaeddîn Kaya got:

"Mixabin ji ber ku bazirganiya van kîsoyan tê kirin, wekî ajalên kedî tînin. Piştî demekê xwedî dikin û mezin dibin, xwedîkirina wan zehmet dibe.

Xwediyên wan jî êdî nikarin xwedî bikin, mixabin berdidin nav xwezayê. Ji ber ku ev xweza ji wan re biyanî tê, ew li ser ajelên vê xwezayê dibin gef û êrişî derdorê xwe dikin û ferxik û hêkên ajelên din dixwin.”

Zerera wan a herî zêde jî li ser corên ku nifşê wan kêm bûye wekî kîsoyê Feratê yê qaliknerm ku di nav ava Dîcle û Feratê de dijîn.

Ev core niha ber bi nemanê ve diçin û ev kîsoyên biyanî ferxik û hêkên wan dixwin.

“Ev core dagirker in”

Alaeddîn Kaya herwiha diyarkir ku ew wî coreyî wekî egzotîk an dagirker bi nav dikin û got:

“Ev corê dagirker, dema tê wê herêmê ji ber corê wan nînin corên din dagir dikin. Berdana ajalên bi vî awayî ya nav xwezayê tekez qedexe ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst