AMED - Fuara Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê dest pê kir

13-11-2024
RÛDAW
Nîşan Pêşangeha Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, Fuara Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê dest pê kir.

Fuara 6emîn a Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê ku bi piştevaniya Şaredarî, Parêzgarî, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê û çend saziyên din ên Amedê hatiye organîzekirin doh dest pê kir.

Amadekarên pêşangehê di wê baweriyê de ne ku dê îsal gelek kes berê xwe bidin pêşangehê.

“Gelek komxebat dê bên kirin”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya got:

“Di dema fuarê de tenê berhem nayên nîşandan, di heman demê de dê gelek komxebat jî bên kirin.

Her wiha dê pêşbirk bên kirin û atolye dê bên vekirin. Dê di navbera ciwanên lîse û zanîngehê de pêşbirkên xwarinê bên kirin.

Bi vî awayî jî dê pêşangeheke têr û tije bê kirin. Pêşangeh ji bo me girîng in û gastronomiya herêmê derdixin pêş.”

Ji 59 bajaran 170 şirket beşdar dibin û ew şirket dê 6 rojan danasîna berhem û tamên xwe yên xwemalî bikin.

Xelkê roja ewil eleqeyeke zêde nîşan da û xwarin û berhemên deverên cûda tam kirin.

Fuar, li Navenda Kongre û Fuarên Navneteweyî ya Amedê hatiye vekirin.

Sala borî 347 hezar kesan ew pêşangeh ziyaret kiribû.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê pêşbînî dike îsal ew hejmar 500 hezar kesî derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst