Jinên ji peraşûtê hez dikin li ser Gola Wanê firiyan

Duh li 04:03
RÛDAW
Nîşan Gala Wanê Peraşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Wanê bi ava xwe ya şîn, siruşta xwe û dîmenên xwe yên nûwaze di demên dawî de mazuvaniya jinan ên ku bi peraşûtê difirin, dike.

Gelek werzişvanên ku di nav wan de jin jî hene ji gelek bajarên cuda diçin Wanê û beşdarî çalakiyên peraşûtê dibin.

Jinên ji peraşûta berpalê hez dikin, li ser Gola Wanê bi peraşûtê firiyan û nîşandan ku ji vir pê ve Wan ji bo peraşûtê dê bibe cihekî girîng.

Serokê Federasyona Werzişên Hewayê ya Tirkiyeyê Ahmet Saîm Yilmaz ragihand ku di van salên dawî de jin zêde eleqeyê nîşanî peraşûta berpalê didin.

“Çiyayê Sîpanê bi hemû bedewiya xwe pêşwaziya wan dike”

Yilmaz wiha got, "Cihê ku werziş lê tê kirin şîn e û bedewiyeke bêhempa heye.

Dema ku li ser Gola Wanê difirin Çiyayê Sîpanê bi hemû bedewiya xwe pêşwaziya we dike. Divê ev di çarçoveya qada turîzmê da bê nirxandin."

Naîme Yurekliya ku ji Meletiyê çûye jî diyar kir ku dema ew bi peraşûtê difiriya bedewiyên Gola Wanê temaşe kir û bû heyranê bedewiyên wê derê.

Fatma Îmala ji Xarpêtê jî çûye jî kefxweşiya xwe anî ziman û got hewaya Wanê ji bo peraşûta berpalê baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst