Wanê konê xwe li Stenbolê danî: Dê Xêro Ebas, Mîkaîl Aslan û Tara Mamedova konseran bidin

Duh li 09:59
Omer Sonmez
Hevdîtinên Çandî yên Wanê li Stenbolê dest pê kir / Wêne: Rûdaw
Hevdîtinên Çandî yên Wanê li Stenbolê dest pê kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hevdîtinên Çandî yên Wanê Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê, pêşangeha danasîna bajarên Kurdan didome û vê hefteyê dora bajarê Wanê ye.

3yemîn Hevdîtinên Çandî yên Wanê bi organîzasyona Federasyona Komeleyên Wanê (VANFED) li Qada Yenîkapiya Stenbolê dest pê kir.

Di vekirina bernameyê de, hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û hevserokên 13 şaredariyên navçeyan beşdar bûn.

Armanc ew e ku çand, dîrok, cil û berg û xwarinên Wanê werin nasandin.

Di bernameya 4 rojî de dê stranbêjên navdar ên wekî Xêro Ebas, Mîkaîl Aslan û Tara Mamedova konseran bidin.

Bernameya danasîna Wanê dê heta roja yekşemê, berdewam bike.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li ser bernameyê got:

“Rojeke gelekî xweş e. Em li vir di nav gelê xwe de ne. Bi kêf û şahî ye.

Em spasiya wan hevalan dikin ku ev bername li dar xistiye.”

Hevserokê Şaredariya Şaxê ya Wanê Reşat Eraslan jî got:

“Em ji bo çand û hunera xwe li vir in. Gûz û hingivê me yên Şaxê bi nav û deng in.”

Wan, bi gola xwe ya ku wekî Behra Wanê jî tê naskirin û gelek taybetmendiyên din, yek ji bajarên herî girîng ên Bakurê Kurdistanê ye.

Hunermend Dengbêj Eno jî li wir bû û anî ziman, “Em konserê li dar dixin. Çanda me li vir tê nasandin.”

“Em hem xemgîn hem jî kêfxweş dibin”

Berpirsê Komeleya Wanê yê Stenbolê Yalçin Kaya jî got:

“Em li vir urf û edetên xwe yên berê dibînin. Em hem xemgîn dibin hem jî kêfxweş dibin.”

Xelkê Wanê Mele Ebdulxefarê ku beşdarî bernameyê bûbû anî ziman:

“Ez îro li vir ji ber kêfxweşiyê du caran giriyam. Em dixwazin her hefte bernameyên wiha çêbin.”

Pisîka Wanê ‘Biya’ li Stenbolê ye

Pisîkên Wanê bi çavên xwe yên şîn û zer navdar in. Ji bo pêşangehê, Mala Pisîkan, pisîka bi navê "Biya" ji Wanê anîbû Stenbolê.

Biya bala gelek kesan kişand û gelek mirovan pê re wêne girtin.

Defjen Nerîman Çelîkê got, “Em wekî Koma Defê li vir in. Em dê erbaneyê bijenin.”

Çalakvanê Behra Wanê Habîb Ecel jî da zanîn:

“Em çalakvanên Behra Wanê ne. Em dixwazin behr paqij bimîne. Salên dawî behr gelekî qirêj bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst